Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Tirkîyê Careke Din Hişyar Dike ku Êrîşî Kurdan Neke


Serok Donald Trump, piştî nûçeyên ser binpêkirina agirbesta li bakurê Sûrîyê, ‘’toleyên dijî Enqerê’’ bi bîr xist.

Trump ji Twitterê got ku ‘’Tirkîyê fehm dike ku divê êrîşî Kurdan neke. Ger ew (agirbest) were binpê kirin, hewce nake ez careke din bibêjim ku dê toleyên berfireh werin ragihandin’’

https://twitter.com/realDonaldTrump/status/1187708410579603461

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Pêncşemê dîyar kiribû komên çekdar yên bi piştgirîya Tirkîyê agirbestê binpê dikin û li alîyê din jî Tirkîyê dabû zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîş biriye ser Serêkanîyê.

Trump di twîtên xwe de bi berdewamî got ku girtina çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji alîyê Kurdan ve tê domandin û Tirkîye jî bo piştgirîyê amade ye.

Wî ser leşkerên Amerîkî jî da zanîn ku ew niha diçin cîhekî din û dê ji Sûrîyê jî derkevin, vegerin welatê xwe

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG