Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Êrîşa Tirkîyê ya Ser Sûrîyê Ne Pirsgirêka Me Ye


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku êrîşkirina Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê ne pirsgirêka wan e.

“Ev pirsgirêk di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de ye. Ne kêşeya me ye,” Trump li Qesira Sipî, bi hazirbûna Serokê Îtalî Sergio Mattarella got.

Trump bo berdewamî got ku “Kurd ne melek in," lê zelal nebû ku mebesta wî çi bû.

Serokê Amerîka dîyar kir ku ew ne polîsên cîhanê ne û pesna biryara xwe ya vekişîna ji Sûrîyê da.

“Niha dema çûyîna malê ye. 28 leşkerên Amerîkî ji herêma ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê hatin veguhastin.”

XS
SM
MD
LG