Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump, Trudeau û Rêberên Din yên Ewrupî bi Durûtî Tawanbar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê Serokwezîrê Kanadî Justin Trudeau û rêberên din yên Ewrupî bi durûtîbûnê tawanbar kir ku di vîdyoyekê de bi awayekî henekî behsa wî dikirin.

Di vîdyoyê de ku şeva Sêşemê li Qesira Buckingham hatiye tomar kirin, Trudeau, Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson, Prensesa Brîtanî Anne, Serokwezîrê Hollandî Mark Rute û Serokê Fransa Emmanuel Macron, li ser pêyan bi soxbet dikirin û ser Trump dipeyîvîyan.

Di dîmenê de xuya dibû ku Trudeau behsa axaftina dirêj ya Trump ya bi rojnamevanan re dike, ku Trump hîngê rexne li Kanada dikir ku bi têra xwe dirav nade budceya NATO û erkên xwe bi cîh nayîne.

Trump dû re ji ser Twitterê ragihand ku ewê preskonferansa plankirî betal bike û vegere Washingtonê.

Tebî ku sedema betalkirina bi zelalî nayê zanîn jî, pisporên sîyasî bawer dikin ku Serok Trump wek protesto ew biryar daye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG