Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê, li Qesra Sipî mêvandarîya Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dike.
Li ber e, di hevdîtinê de însîyatîfeke hevbeş ya rêberên karsazî yên jin û sermeyadaran jî bi fermî were vekirin.
Trump û Trudeau wê jimareke hevdîtinan pêk bînin û li Qesra Sipî beşdarî civîna meseya glover ya pêşvebirina karsazên jin bin.
Trudeau îro herwiha bi Serokê Civata Nûneran Paul Ryan û Rêberê Piranî yê Civata Senatoran Mitch McConnell re kom dibe.
Naveroka hevdîtinên Trudeau nehatin eşkere kirin, lê çaverê ye ku civînên îro li ser mijarên aborî û taybetî jî li ser bazirganî bin.
Serok Trump pir caran gotibû ku ew dixwaze naverok û şertên Peymana Bazirganîya Serbest ya Amerîkaya Bakur (North American Free Trade Agreement) ya bi Kanada û Meksîsa jinûve gotûbêj bike.
Kanada bi giranî hewceyî bazara Amerîkî ye jiber ku 75 ji sedê hemê derfirotina wê bi Amerîka ye.