Lînkên eksesibilîtî

Serokê Amerîka Donald Trump, ji ser Twitterê careke din ragihand ku ewê sosyal medya bi awayekî aktîf bi kar bîne.

‘’Tenê Medya Nûçeyên Derew û dijminên Trump naxwazin ku ez hesabê xwe yê ku 110 mîlyon şopînerê wê heye bi kar bînim. Bo veşartina rastîyan, tekane rê ew e’’ Trump di twîtekê de got.

Lê berovajî îdiaya Serok Trump, sazîyên mezin yên ku ew bi ‘’nûçeyên derew’’ tawanbar dike, ne dijî sosyal medya ne û hewil didin ku ramanên wî ji wir hîn bibin.

Hin rêvebirên Qesra Sipî, endamên kongresê yên Komarî û Demokrat, ji aktîfbûna Serok Trump ya li ser Twitterê ne razî ne. Trump, di 6 mehên pêşî yên seroktîya xwe de bi qasî 1000 twît nivîsîne.

Serok Trump, di Twitterê de ji şampîyonbûna tîman bigire heya ramanên wî yên derbarê senator û nûneran, ser gelek mijaran dinivîse.

Trump, heftaya borî ji Twitterê ragihandibû ku ewê kesên transseksuel êdî nikaribin di artêşê de cîh bigirin.

Piştre eşkere bû ku Wezareta Berevanîyê û endamên kongresê yên ser wan mijaran dixebitin, hay ji biryara bo transseksuelan tune.

Hîn jî ne dîyar e ew e plana bo transseksuelan kengî û çawa destpê bike.

Trump, Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî John Kelly di serê vê hefteyê de bo Sekreterîya Giştî ya Qesra Sipî tayîn kiribû. Karê pêşî yê Kelly, jinûve sazkirina Qesra Sipî ye, ku bi karvekişînan û bi eşkerebûna hin agahîyên nepen tevlîhev bûye.

Ser twîta dawî ya Trump dîyar e ku Kelly ewê mudaxaleyî aktîfbûna wî neke.


Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG