Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Axaftina NY de Bersîva Îranê Da


Axaftina Trump ya li UNGA

Serokê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) axifî û got ku dema mijar were Îranê berpirsîya cîhanê ya kiryar û tevgerê heye.

"Yek ji mezintirîn gefên ewlehîyê yên ku îro neteweyên aştîxwaz rûbirûne, rejîma zordar ya li Îranê ye," Trump got.

Di dema axaftina xwe de, serokê Amerîka Trump ragihand ku ew dem e ku rêberên Îranê herî dawî berjewendîyên gelê Îranê bidin pêş. Amerîka amade ye ku bi her kesê ku bi rastî li aştî û rûmetê digerin re hevaltîyê bike.

"Pêdivî ye ku ti hikûmetek berpirsîyar alîkarîya xwînxwazîya Îranê neke. Heya ku kiryarên tehdîtkar yên Îranê berdewam dike, ewê tole neyên rakirin. Dê werin tund kirin,” Trump bi berdewamî got.

Donald Trump dîyar kir ku Amerîka bi welatên din re nakokî naxwaze lê dê berjewendîyên Amerîka biparêze.

"Em bi hemîyan re aştî, hevkarî û berjewendîya hevbeş dixwazin. Lê ezê ti caran di parastina berjewendîyên Amerîkayê de, bin nekevim,” Trump got.

Amerîka, Erebistana Saudî, Almanya, Brîtanya û Fransa jiber gelek êrîşan Îranê tawanbar dikin, lê Tehran bi dubareyî ev îdiayan red dike.

Berpirsîya êrîşan ji hela serhildayên Husî yên Yemenê ve hat hildan, ku ji 2015'an vir ve di nava şerekî bi koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî de mane.

Hejayê bîrxistinê ye ku alozîyên di navbera Amerîka û Îranê de piştî ku serok Trump Amerîka ji peymana novakî ya navneteweyî ku kiryarên navokî sînordar dikir, vekişand û bi jinûve ragihandina toleyên ku aborîya Komara Îslamî xirabtir dike, zêdetir dibe.

Tehran red dike ku heta toleyên dijî wê werin bi gotûbêjên ligel Washingtonê re danûstandinan bike.

XS
SM
MD
LG