Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Piştgirîya Gelê Venezuela û Guaido Dikin


Serokê Amerîka Donald Trump îşev di Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê de got ku ew di têkoşîna destxistina azadî ya rûmetbar de li kelêka gelê Venezuela disekinin û rejîma zordar ya Maduro şermezar dikin.

“Du hefte berê, me hikûmeta rêwa ya Venezuela û serokê wê yê demkî Juan Guaido, bi fermî nas kir. Em li kelêka gelê Venezuela ne û em rejîma Maduro ya sosyalîst şermezar dikin ku welatê herî dewlemend ya Amerîkaya Başûr qilupand nav xizanî û reşbînî.”

Trump got ku ew li Amerîka bi bangên nû yên cîhanîna sosyalîzmê ketine nav rewşeke hişyarîyê. “Amerîka li ser bingehên azadî û serbestî hate damêzradin, ne li ser zordestî û kontrola hikûmetê. Em azad hatin dinê û emê azad bimînin. Îşev em biryarbûna xwe careke din dubare dikin ku Amerîka dê ticar nebe welatekî sosyalîst.”

XS
SM
MD
LG