Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Dibe ku Trump Toleyên Dijî Rûsya Veto Bike


Dîrektorê Medya yê Qesra Sipî Anthony Scaramucci
Dîrektorê Medya yê Qesra Sipî Anthony Scaramucci

Civata Senatoran bernivîsa ku dijî Rûsya, Koreya Bakur û Îranê toleyên nû tîne erê kir.

Bernivîsa ku him Komarî him jî Demokratan piştgirî dayê, li hember 2'yan bi 98 deng hat pejirandin.

Civata Nûneran jî berî senato, bernivîs li hember 3'yan bi 419 deng pejirandibû.

Hîn nayê zanîn ku ewê Serok Donald Trump bernivîsê veto bike yan na, lê Dîrektorê Medya yê Qesra Sipî Anthony Scaramucci ji CNN'ê re dîyar kir ku dibe ku Trump bernivîsê veto bike.

"Dibe ku ew bernivîsê dîrekt bipejirîne yan jî bo ku toleyên tundtir yên dijî Rûsan werin nîqaş kirin wê veto bike" Scaramucci got.

Rêberê Piranîya Komarîyan John Cornyn ji Dengê Amerîka da zanîn ku ewê vetoya Trump şaşîyeke mezin be.

"Ya baş ew e ku karbidestên Qesra Sipî bo qanûnbûna bernivîsê bixebitin" senatorê Teksasê got.

Ben Cardin yê Demokrat, ku Berpirsê Karên Derve yên Komîsyonê ye, dîyar kir ku bernivîs fersendê dide Trump ku peywendîya xwe ya bi Putin re xurttir bike.

"Ger Trump bernivîsê veto bike, ewê nîşan bide ku serok naxwaze peywendîyên xwe bi Putin re xurttir bike" Cardin got.

Ger bernivîs bibe qanûn, Serok Trump bo rakirina toleyên dijî Rûsya, divê berê raporeke ku sebebên rakirinê nîşan didin bo Kongresê pêşkeş bike.

Karbidestên Rûs dijî bernivîsê bertekên tund nîşan didin û ser qanûnbûna bernivîsê jî gefa bersîvdanê dixwin.

XS
SM
MD
LG