Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kesên Çalakîyên Tundûtûjîyê li Dar Xistine Welatê Me Temsîl Nakin


Serok Donald Trump piştî Twitterê astengkirina wî ya bo 12 saetan bi dawî kir, ji wir peyameke bi vîdeo weşand.

Di vîdeoya bi qasî 2,5 deqîqe de, Trump dîyar kir ku kesên çalakîyên tundûtûjîyê li dar xistine welatê wan temsîl nakin û da zanîn ku ewê bedela kiryarên xwe bidin.

Trump ser bûyerên li Kongresê got ku ‘’êrîşeke kirêt e’’ û dîyar ki wan dîmenan ew hêrs kirine.

‘’Kongresê encamên hilbijartinê pejirand. Rêvebirîya nû dê di 20’ê Çileyê de bi merasîma sondê dest bi karê xwe bike. Ji vê kêlîyê û bi şûnde ezê bala xwe bidim ser peyvajoyeke guherînê ya bi rêkûpêk û bê şaşî. Niha dema kewandina birînan û lihevkirinê ye.’’ Trump got.

Wî di dawîya peyama xwe de ji alîgirên xwe re dîyar kir ku ku ew dizane ku xeyalên wan şikestine û got ku çîroka wan ya mezin hîn nû destpê dike.

XS
SM
MD
LG