Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Awayekî Fermî ji WHO Vedikişe


Medya Amerîkî ragihand ku rêvebirîya Serok Donald Trump, Neteweyên Yekbûyî (NY) ser vekişîna ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) agahdar kiriye.

Li gor peymanê, divê Amerîka bi kêmî ve salekê pêşde vekişîna xwe bi awayekî fermî ragihîne.

Bi vî awayî endamtîya Amerîka dê di 6’ê Tîrmeha 2021’an de bi dawî bibe.

Jiber vekişîna Amerîka dê WHO ji çavkanîyeke mezin ya aborî mehrûm bimîne ku wî welatî di sala 2019’an de 553 mîlyon dolar dabûn wê rêxistinê.

Trump di 14’ê Nîsanê de gotibû ku WHO di têkoşîna dijî vîrusa korona de bi ser neketiye, ew rêxistin nêzî Çînê disekine û alîkarîya diravî ya bo wê rêxistinê rawestandibû.

Wî di 29’ê Gulanê de jî dabû zanîn ku ew peywendîyên xwe yên bi WHO re diqedînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG