Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Serokê Çînî Wê di Demeke Nêzîk de Bicivin


Serokê Çînê Xi Jinping telefona serokê hilbijartî yê Amerîkî Donald Trump kir û ew jiber serkeftina wî ya hilbijartinê pîroz kir.

Televîzyona CCTV ya dewleta Çînê ragihand ku Xi û Trump îro Duşemê hevbîr bûn ku di demeke nêzîk de bicivin û peywendîya nav her du welatan gotûbêj bikin.

Daxuyanîya ji ofîsa Trump ya li New York ragihand ku di dema telefonê de her du rêber bal kişand ser girîngîya rêzgirtina dualî. Lo gor daxuyanîyê, Trump geşbînîya xwe dîyar kir ku her du rêber di demên pêş de peywendîyên xurt rêve bibin.

Li gor CCTV, Xi ji Trump re got ku dîrok nîşan daye ku bijareya herî rast ya navbera Çîn û Amerîka hevkarî ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di dema kempeyna hilbijartinê de Trump, derbarê kiryarên bazirganî û xapandina diravî, gelek rexne li Çînê dikirin.

XS
SM
MD
LG