Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê bi Çînê re Rêkeftina Bazirganîyê Îmza Bike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku ewê di meha pêş de bi Serokê Çînê Xi Jînpîng re rêkeftina bazirganîyê îmza bike.

Trump ragihand ku ew bi Serokê Dewleta Çînê Xî Jînpîng re, di nav mehê pêş de rêkeftina bazirganîyê îmza dikin.

Trump ji rojnamevan re axifî û da zanîn ku îmza bi merasîmekê were avêtin.

"Dema ku em hatin ba hev, emê îmzayê bavêjin. Niha wergêra rêkeftinê tê kirin û em di demeke kin de vê peymanê îmza bikin."

Nûnerê Bazirganîya Amerîka Robert Lighthizer di 13'ê mehê de ragihandibû ku nûnerên her du dewletan di hefteya pêşî ya meha Rebendanê de tên ba hev û beşa yekê ya rêkeftinê were îmza kirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Geng Shuand jî xuya kiribû ku her du dewlet li ser mijarê di nav peywendîyeke xweş de ne.

XS
SM
MD
LG