Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Kuştinkarîya Zelanda Nû Şermezar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump kuştinkarîya li Zelanda Nû şermezar kir û ew kiryar wek qirkirineke hovane bi nav kir.

“Welatên Yekbûyî yên Amerîka li kelêka Zelanda Nû disekine û hazir e ku hemî alîkarî bide wê,” Trump li Twitterê got.

Çekdarên êrîşvan di dema êrîşê de pesna Trump dabûn û ew wek “sembola nasnameya nûkirî ya sipîyan armanca hevbeş” bi nav kiribûn, lê Qesira Sipî ser wê mijarê ti daxiyanî neda.

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern jî êrîş wek kiryareke terorîstî bi nav kir û ew êrîş çermezar kir. Wê da zanîn ku di êrîşê de zilamekî çekdar li diu mizgeftan 49 kes kuştin û pirtir ji 40 kesên din birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG