Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Erebîstana Saudî Soza Berfirehkirina Vekolîna Cemal Xaşiqcî Da


(arşîv)
(arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ser rewşa rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî bi Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Muhammed bîn Selman re bi rêka telefonê axifîye.

Trump da zanîn ku Prens ji wî re gotiye ku ser rewşa Xaşiqcî ti agahîya wî tune lê wî soz daye ku vekolîna ser hindabûna wî berfireh bike.

‘’Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî şiroveyên îdiayên kesên ku dibêjin haya wî ji bûyerên li konsulxaneya wan ya li Tirkîyê heye, bi temamî red kir’’ Trump li Twitterê nivîsî.

Trump da zanîn ku Prens ji wî re dîyar kir ku ser hindabûna Xaşiqcî wan dest bi vekolînê kiriye û dê wê demûdest berfireh bikin.

Trump dîyar kir ku dema ew bi Prens re axifîye, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî li wir bûye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dabû zanîn ku Pompeo û Prensê Cigirê Muhammed bîn Selman li hev kiriye ku ser Xaşiqcî vekolîne berfireh bikin.

XS
SM
MD
LG