Serokwezîra Brîtanya Liz Truss dîyar kir ku Rûsya bi dagirkirina Ukrayna qanûna navneteweyî binpê dike.
Truss da zanîn ku ewê ti carî Luhanks, Kherson, Donetsk û Zaporizhzhia, ku ji alîyê Rûsya ve hatine dagir kirin, wek axa Rûsya nebînin.
Karbidestên Moskowê erkdar kirine dibêjin encamên referandumê raber dikin ku ew herêm dixwazin bibin beşek ji Rûsyayê.
Xanim Truss got ku ewê nehêlin ku Putin bi zordestîyê sînorên navneteweyî biguherîne.
Wê da zanîn ku ewê bi piştgirîyê bidin Ukrayna û bikin Moskow li hember kîevê der bide.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê de destpê kir.
Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.