Rêvebirîya Ewlekarîya Veguhestinê ya Amerîka (TSA) ber bi betlaneya Roja Spasdarîyê (Thanksgiving) zedetirî 3 mîlyon rêwî tomar kirine.
Tevî ku Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) hîşyar kir ku rewîtîyê nekin, dawîya vê heftêyê ji nîvê Adarê vir ve dema herî mijûl ya rewîtîyê bû.
CDC roja Pêncşema borî jiber ku bûyerên COVID-19 yên li tevahîya Amerîka zêdetir dibe û jibo belavbûna vîrusa korona kêm bike, bang li Amerîkîyan kir ku dema betlaneya Roja Spasdarîyê de rewîtîyê nekin.
Rêvebirên rewîtîya esmanî ya Amerîka hefteya borî ragihand ku bi bilindbûna bûyerên COVID-19, ew di betalkirina rewîtîyan de zêdebûnê û hevdem di veqetandinên bo pêşe rojê de jî hêdîbûnê, dibînin.
Hevdem, Berpirsê kompanîya rewîtîya hewayî Southwest Gary Kelly roja Pêncşemê got ew hîn jî hêvî dike ku veqetandinên bo meha Mijdarê ewê ji mehên Îlon û Cotmehê baştir be.
Her çend hejmarên TSA'yê yên rêwîyan çêtirbûnek nîşan didin jî, hejmarên niha lhîn jî li gor heman demê sala par nezî ji % 60 kêmtir e.
TSA roja Înêyê 1.019 mîlyon rêwî, roja Şemîyê 984.369 rêwî û roja Yekşemê jî 1.047 mîlyon rêwî tomar kirine.
Ji 16'ê Adarê vir ve tenê sê roj hene ku hejmara rêwîyên hewayî yên Amerîka ji 1 mîlyon rêwîyan, derbaz kiriye.
Kompanîyên rêwîtîya esmanî yên Amerîka dibêjin ku daxwaza rewîtîyê li gor sala borî ji % 62 kêm bûye û herwiha daxwaza rewîtîya navneteweyî ji% 70 kêm bûye.
Hinek karbidest difikirin ku sînorkirinên Amerîka yên ku hatina gelek kesên ku ne hemwelatîyên Amerîka ne, dibe ku bi testên nû bê rakirin yan kêm kirin.