Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdhejeke Tsunamî de li Indonesya Herî Kêm 384 Dimrin


Berpirsên welatê Indonesya dibêjin herî kêm 385 kesan jiyana xwe ji dest da û 540 birîndar bûn di encama erdhejeke pile 7.5 de li du bajarên parêzgeha Sulawesî li navenda welêt.

Desthilatdaran îro Şemiyê got bi sedan kes li qeraxa derya ya bajarê Palu beşdarî festîvalekê dibûn dema tsunamî qewimî.

Peyvdarê ajansa niştimanî ya karesatan Sutopo Purwo Nugroho got tsunamî bi leza 800 kîlometir di demjimêrekê de bû. Wê avahî û jêrxane hilweşandin.

Wî got bi hezaran mal, nexweşxane, bazar û hotêl wêran bûn û riya sereke ya Palu qut bû.

Pireke mezin li ser çemekî parêzgeha Sulawesi hilweşiya.

Nugroho got tîmên vekolîn û rizgarkirinê bo navçeyê hatine şandin.

XS
SM
MD
LG