Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijara HDP’ê Mînaz Dijî Şaredarê AKP’ê Bertek Nîşan Da


Destûrnameya hevşaredarên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yên bajarokê Tuşba ya Wanê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz, bi sedema Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) hate betal kirin.

Li şûna wan, berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Salîh Akman, destûrname wergirt.

Civîna yekê ya meclîsa şaredarîya Tuşbayê di bin seroktîya Akman de hate darxistin û Mînaz di civînê de axaftinek kir û mora xwe li civînê xist.

Axaftina Mînazê di nava demek kin de li ser tora medya civakî deng veda û kete rojeva Tirkîyê.

Mînaz berîya axaftina xwe ligel çapikan derbazî salona civînê bû û ji Akman re reaksîyoneke tund nîşan da.

“Mamoste Salih hun mamosteyê min bûn. Jibo ku em pênivîs û jêbirên hevalên xwe nedizin, we tim em hîşyar dikirin. Lê, xuya dibe ku hun bûne dizekî mezin, lê haya we ji wê tuneye. Ez bang dikim ku hin dest ji kar berdin. Tekane rêya bi şeref li ber we ev e.”

Hêjayî gotinê ye ku berî karkenar be, Akman mamostetîya Mînazê kiriye.

AA_04_17_2019_A_Minaz
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00

XS
SM
MD
LG