Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Du Sîyasetvanên Kurd yên Girtî Careke Din Ceza Hatin Birîn


Dadgeheke Enqerê bo du parlamanterên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel, ku berê li girtîgehê ne, biryara girtinê da.

Tugluk û Tuncel, bi lêpirsîna bo ‘’bûyerên Kobanê’’ dihatin darizandin.

Her du parlamanterên berê ji Girtîgeha Kandira bi sîstema deng û dîmen (SEGBIS) berevanîya xwe kirin.

Dadgehê piştî berevanîyên Tugluk û Tuncel biryar da ku ew werin girtin.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê meha borî ser ‘’bûyerên Kobanê’’ yên sala 2014’an dest bi lêpirsînê kiribû û bo 82 kesan biryara desteserkirinê dabû.

Di operasyonên li 7 bajaran de 20 kes hatibûn desteser kirin û ji wan, parlamanterên berê yên HDP’ê jî di nav de 17 kes hatibûn girtin.

Di nav girtîyan de bajarvanê Qersê Ayhan Bîlge jî hebû ku li şûna wî piştre qayum hat erkdar kirin.

XS
SM
MD
LG