Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Sonmez Mezinbûna Aborîya Tirkîyê Dinirxîne


Li gorî pêzanînên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) aborîya Tirkîyê li gor sala 2019’an, sala 2020’an de % 1,8 mezin bû.

Pîştî pêzanînên TUÎK’ê Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkîye Lutfî Elvan jî li ser hesaba xwe ya Twitterê ev pêzanîn parve kir.

“Tevî qeyrana pandemîya vîrusa korona Tirkîye yek ji wan welatên e ku aborîya sala 2020’an bi mezinbûnê temam kir. Polîtîkayên me yên li dijî enflasyonê dê rê li ber hilberîn û mezinbûnê veke.“

Mustafa Sonmez
Mustafa Sonmez

Aborîzan Mustafa Sonmez pêzanînên TUÎK’ê yên mezinbûna aborîya Tirkîye û bêkarî, xîzanî û newekhevîya belavkirina dahatên gel nirxandin.

Li gor Sonmez mezinbûna Tirkîye zêdetir bi kredîyan pêk hat û wî destnîşan kir ku ev yek bêkarî û xîzanîya Tirkîyê ji holê ranake.

“Dema em sedemên mezinbûna aborîyê Tirkîyê dinêrin em dibînin ku bi awayekî zorî ev mezinbûn pêk hatiye. Hem bi xistina faîzên kredîyan, hem jî polîtîkayên xistina diravên bîyanî gelê Tirkîye bi kredîyan xanî, erebe û tiştên din kirîn. Lê vê yekê enflasyona Tirkîyê nêzî sedî 16’an kir. Herwiha jiber ku Tirkîye di gelek hilberînan de girêdayî derveye nêzî 37 mîlyar dolaran deyndar derket.”

Sonmez bi berdewamî got ku ev mezinbûn têra sererastkirina aborî û bêkarîya Tirkîye nake.

“Divê mezinbûna aborîya Tirkîye sedî 5/6 bûya. Lê jiber ku pandemîya vîrusa korona ev pêk nehat. Li gor pêzanînên fermî yên bêkarîya Tirkîye % 14 e û bêkarîya berfireh sedî 28 e. Jiber vê yekê jî mezinbûna aborîya Tirkîye ne bes e.”

Sonmez herwiha got ku her çiqas li alîyekî mezinbûna aborîya Tirkîye xuya bike jî, li alîyekî din enflasyona bilind, bêkarî û deynên derve û xilasbûna rezervên diravên bîyanî ya Banka Navendî ya Tirkîye bo sala 2021’ê ma.

MEB_08_03_2021_Mezinbuna_Aborî_M_Sonmez
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG