Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Êrîşên Kujer yên Girseyî Didomin


Dîmeneke piştî êrîşa li Nexweşxaneya Saint Francis ya li bajarê Tulsa , Oklahoma ,Amerîka 1 Hezîren,2022.

Li bajarê Tulsa yê eyaleta Oklahoma ya Amerîka doh Çarşemê kesekî li nava nexweşxaneyeke de êrîşeke çekdarî pêk anî û di encamê êrîşê de êrîşkar jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê Tulsa îro Pêncşemê di presekonferanseke de nasnameyê êrîşkar dîyar kir û hûrgulîyên bûyerê eşkere kir.

Berpirsê Polîs Tulsa Wendell Franklin êrîşkar bi navê Michael Lewis dîyar kir û got ku Lewis bi çeka AR-15 ketiye nava Nexweşxaneya Saint Francis ya li Tulsa û li qata duyê derdora xwe gulebaran kiriye.

Franklin ragihand ku di êrîşê de Dr. Preston Phillips, Dr. Stephanie Husen, Green û William Love ji hêla Lewis ve hatine kuştin, û nêzî deh kesên din jî birîndar kirine.


Franklin eşkere kir ku karbidestên ewlehîyê tespît kirine kujer Louis nexweşekî Dr. Preston Phillips bûye û ew di 19’ê Gulanê de ji hêla Dr. Phillips ve hat emelîyat kirin.

Êrîşkar Lewis piştî emelîyatê, di nav çend rojan de telefonê Dr. Phillips kiriye,jiber êşên xwe gazinc kiriye û dermankirina zêde xwestiye; herî dawî roja Seşemê doktor dîtiye.

Wî bi berdewamî da zanîn ku êrîşkar Lewis ku xwe kuştiye, nameyek li qada bûyerê nameyeke hiştiye.

Franklin got ku nameya êrîşkar Lewis zelal dike ku ew bi nêta kuştina Dr. Phillips û her kesê ku rê li ber wî girtiye hatiye nexweşxanê.


Ev komkujîya li Tulsa di nav bûyerên herî dawî de ye ku ye li seranserê Amerîka sivîl, tîmên saxlemîyê û rizgarkirinê li cihên giştî rûbirûyê gefa tundîtûjîya çekan dimînin; têne kuştin yan jî birîndar kirin.

Ev êrîşa herwiha zêdetirî du hefteyan piştî êrîşeke nijadperest li supermarketeke li Buffalo, New York û êrîşeke kujer li California pêk hat û heşt roj piştî komkujiya li dibistaneke seretayî li Uvalde, Texas.

Rexistina Arşîva Gun Violence (Tundîtûjîya Çekan), êrîşa Tulsa yek ji wan 233 êrîşên giştî yên komî bû ku îsal li Amerîka qewimîne.

Li gor Gun Violence, êrîşa ku tê de herî kêm çar kes têne gulebarankirin (bilî êrîşkar),wek êrîşa girseyî tê pênase kirin.

Herwiha ev êrîşên girseyî, li Amerîka ser pivanên kontrolkirina firotin, karanîna çekan û rola saxlemîya derûnî ya vê zêdebûna êrîşên çekdarî de,jinûve daye destpê kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG