Wezîrê Navxweyî ya Tûnisê îro Duşemê ragihand ku hêzên wan 21 mîlîtanan kuştin ki êrîşî polîsxaneyekê û navenda leşkerî ya nêzîkî sînorê Lîbya kiribû.
Karbidestên Tûnisî dîyar kir ku di pevçûnan de herî kêm sîvîl û 1 leşker li bajarokê Ben Guerdane ya li başûrê rojhilat hatin kuştin.
Karbidestan, piîtî ku pevçûn destpê kir, bang li hemwelatîyan kir ku li nav malên xwe bimînin û neçin derve.
Hêjayî balkişandinê ye, leşkerîyên welatên Rojava alîkarîya Tûnisê dikin ku bikaribe xwe biparêze, piştî ku DAIŞ hebûna xwe li Lîbyaya cîran xurtir kiriye û dest bi êrîşan kiriye.