Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Tûnisî Dijî Serok Kaîs Seîd Daketin Kolanan

Dîmeneke ji xwepêşandana li paytext Tûnisê, 15 Cotmeh,2022.
Dîmeneke ji xwepêşandana li paytext Tûnisê, 15 Cotmeh,2022.

Ajansa nûçeyan ya AFP ragihand ku bi hezaran Tunisî îro Şemîyê li paytext Tûnisê xwepêşandaneke girseyî dar xistin.

Tûnisîyan destdayîna ser desthilatdarîyê ya ji hêla Serok Kaîs Seîd ve şermezar kirin, û bo qeyrana aborî ya demdirêj ya welêt hesabpirsnadina ji berpirsiyaran daxwaz kirin.

Xwepêşandêr li navenda Tûnisê bi qîrinên wek "Dijî dîktator Kais Şoreş" û "Darbe wê têkbiçe" meşîyan.

Meş ji alîyê Enîya Rizgarîya Neteweyî ve hat damezrandin; koalîsyoneke ji partîyên opozîsyonê pêk tê, di nav de Partîya Ennahda ya îslamî jî heye, ku li parlamena Tûnisê serdest bû berîya hilweşandina wê ya ji hêla serok Seîd ve.

Alî Laarayedh, serokwezîrê berê yê Tûnisê û karbidestekî payebilind y Partîya Ennahda, ji AFP re got ku xwepêşandan dîyarkirina "hêrsa li hember rewşa karûbarên Kais Seîd e".

Wî got ku ger Seîd ser desthilatdarîyê bimîne, Tûnis wê bê siberojeke be û herwiha anî ziman ku li Tûnisê bêhêvîbûn, xizanî û bêkarî zêde dibe.

Hin ji xwepêşanderan ek sembola bilindbûna buhaya avê jiber enflasyonê, ku di meha Îlonê de ji sedî 9.1 buha bû.

Seîd dibêje ku ew ew dixebitî ku pirsgirêkên aborî yên Tûnisê çareser bile.

Li gor ragihandina wezareta navxwe nêzîkî 2500 kes beşdarî xwepêşandan îro bûne.

Serok Kaîs Seîd di Tîrmeha sala borî de bi karanîna hêzê ya tund dest danî ser desthilatdarîya Tûnisê ya hilbijartî.

Seîd piştre jî qanûneke ku desthilatdarîya wî ya yek-zilamî dipejirîne derxist; ku rexnegir dibêjin bo yekane demokrasîya ku ji Bihara Erebî derketiye pêş, rewşeke pir xirab ya vegerîna otokrasîyê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG