Nobedarên peravê yên Tûnisê roja Yekşemê got herî kêm 29 koçberên ji Afrîqayê mirin dema ku du keştiyên wan li beravên Tûnisê binav bûn, ku dixwestin ji Derya Spî derbasî Îtalyayê bibin.
Ji aliyekî din ve, di çar rojên dawî de, 5 keştiyên koçberan li peravên bajarê Sfaqis li başûrê welêt binav bûn, 67 winda bûn û 9 kes mirin, piştî zêdebûnek berbiçav a keştiyên ku ber bi Îtalyayê ve diçin.
Tûnis jî wekî Lîbyayê xala sereke ya derketinê ye ji bo mirovên ku ji xizanî û pevçûnan li Afrîqa û Rojhilata Navîn direvin bi hêviya jiyanek çêtir li Ewropayê.
Hûsam Cebablî, karbidestekî payebilind di parastina neteweyî de ji Reutersê re got ku nobedarên peravê yên Tûnisê 11 kes li peravên Mahdia, li bakurê rojhilat rizgar kirin.
Asayîşa peravê got ku wan di çar rojên borî de nêzîkî 80 qeyikên ku ber bi Îtalyayê ve diçûn rawestandin û zêdetirî 3,000 koçber girtin, ku piranîya wan ji welatên nîv beyabana Afrîqî ne.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, îsal herî kêm 12,000 koçberên ku xwe gihandine Îtalyayê, ji Tûnisê derketine, li beramber sala 2022an ku 1,300 bûn.
Li gorî statîstîkên Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê, nobedarên peravê yên Tûnisê di sê mehên destpêkê yên îsal de rê nedane ku zêdetirî 14,000 koçber bi qeyikan bi rê bikevin, li gorî heman heyama sala borî ku 2,900 bûn.
Asayîşa peravê ya Îtalyayê roja Pêncşemê got ku wan di du operasyonan de li peravên başûrê Îtalyayê nêzîkî 750 koçber rizgar kirine.
Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni roja Înê got, Ewropa rîska dîtina pêlek mezin a koçberan heye ku ji bakurê Afrîqayê bigihêjin peravên wê, ger aramiya darayî li Tûnisê neyê parastin. Meloni bang li Sindoqa Dravî ya Navnetwî (IMF) û hin welatan kir ku bilez alîkariya Tûnisê bikin ji bo rêgirtina li hilweşîna wê.
Çavkanî: Reuters