Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tunusê Mechichi bi Vîrusa Korona Ketiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Tunusê Hichem Mechichi bi vîrusa korona ketiye.

Mechich meha borî vaksîna vîrusa korona li xwe dabû.

Hikûmeta Tunusê da zanîn ku Mechich civînên xwe betal kirine û ew dê ji dûr ve bixebite.

Jêderên saxlemîyê yên Tunusê dibêjin ku hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona bi awayekî berçav zêde bûye û rewiş xirabtir dibe.

Tunusê sala borî di pêla pêşî ya vîrusa korona de nexweşî kontrol kiribû, lê ew demek e ew welat jinûve bi zêdebûna pêketinan re rûbirû maye.

Li Tunusê heta niha bi qasî 400 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 14,406 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG