Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Civîna Erdogan û Putin de Çi Hatin Nirxandin?


Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Stenbolê bi merasîmekê xeta gazê ya bi navê ‘TurkAkimê’ vekirin.

Ew xet wê gaza Rûsyayê li ser Tirkîyê re jibo welatên Ewrupa veguhezîne.

Ji bilî Erdogan û Putin, Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov jî beşdarî merasîmê bûn.

Putin dîyar kir ku hevkarîya di navbera Rûsya û Tirkîyeyê, tevî hin astengan jî di her warî de pêşve dikeve.

"Jibo Ewrupayê veguhestina gaza Rûsyayê dê bandorên baş li aborîya Ewrupayê bike.”

Erdogan jî di axaftina xwe de anî ziman ku projeya TurkAkimê hem ji alîyê têkîlîyên dualî hem jî ji alîyê nexşeya enerjîyê ve projeyeke dîrokî ye.

Erdogan herwiha derbarê têkîlîyên Tirkîye û Rûsyayê de jî anî ziman ku hevkarîya wan ya di warê enerjîyê de wekî qadên din bi ser ket.

"Bazirganîya di navbera me û Rûsyayê de her tim zêde dibe. Me destûr neda ku cudabûna fikrên me bikeve pêşîya berjewendîyên me yên hevpar."

Erdogan balkişand ser lêgerîna gazê li Deryaya Sipî û rakêşîya di navbera wan û Îsraîl, Misir, Yunanîstan û Îtalyayê.

“Tirkîye ne li pey alozîya heremî ye. Armanca me ew e ku em welatê xwe bikin navendeke global ya enerjîyê. Em li başûrê Deryaya Sipî pevçûn naxwazin, lê em dixwazin ku Deryaya Sipî bikin cîhê xebateke hevkarîyê. Li Deryaya Sipî ti projeyên ku Tirkîyê tê de cîh negire, çi aborî çi dîplomatîk û çi jî hiqûqî bin, nayên qebul kirin.”

Di rojeva her du serokan de ne tenê têkîlîyên aborîyê, herwiha mijara Lîbyayê di hat axaftin. Tirkîye û Rûsya jibo agirbestek li Lîbyayê jî rojek dîyar kirin.

MEB_09_01_2019_Civin_Erdogan_Putin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00


XS
SM
MD
LG