Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Di Çalakiya Dayîkên Şemîyê De 3 Kes Hatin Binçavkirin


Mirovên Şemîyê jibo ku çarenûsa xizmên xwe yên di binçavkirinan de hatî serhindakirî werin eşkere kirin û kiryarên van bûyeran werin darizandin di hefteya 800’an de careke din li Qada Galatasay’ê bûn.

Di hefteya 800’an de mîrovên Şemîyê tevî hemî astengkirinên polîsên Tirk jî jibo xizmen xwe qerenfîl danîn Qada Galatasaray’ê.

Herwiha Mirovên Şemîyê xwestin ku daxuyanîyekê li vê qadê bixwînin, lê polîsan rê neda û 2 jê jin 3 Mirovên Şemîyê hatin binçavkirin.

Di demê binçavkirinan de hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokê Giştî yê Komala Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî li qadê bûn. Hevserok Buldan li vir li ser navê Mirovên Şemîyê daxuyanî xwend û got, “Emê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”

“Di hefteya 800’an de careke din em bi biryar in û emê li maf û azadîya xwe xwedî derkevin. Heta ku Tirkîye nebe dewleta hiqûqê û demokratîk nebe emê bêdeng nebin. Heta ku hinda neyên dîtin û kiryarên hindakirinan neyên cezakirin emê dev ji Galatasarayê bernedin.”

Piştî daxuyanîyê Serokê Giştî Yê Komala Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî bertek nîşanî astengkirin û binçavkirina Mirovên Şemîyê da û got,

“Cudakarî li asta herî jor e. Hemî xwepaşandanên desthilatî û aligirên wê serbest in. Lê di hefteya 800’an de ku wek sembolîk jî nehiştîn em qerenfîlan danin qada Galatasaray’ê. Ev jî bila şerma desthilatdarîyê be. Ev kiryaran nayên ji bîr kirin.” Wi got.

Turkdogan herî dawî dîyar kir ku piştî pêvajoya nexweşîya vîrusa korona ewên bi Dayîkên Şemîyê re çalakîyên runiştinê bidomînin.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:02 0:00


XS
SM
MD
LG