Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Tirkiyê Êrîşî Bajarê Efrînê Dikin


Hêzên Tirkiyê û yên opozisyona Sûrî îro Yekşemê êrîşî bajarê Efrînê kir da ku hêzên Kurd ên alîgirên Amerîka ji herêmê derxin.

Berpirsên Tirkiyê got hêz derbasî Efrînê bûn rojekê piştî bi dehan firokên şer ên Tirkiyê armancên Yekîneyên Parastina Gel YPG bumbebaran kirin li gel topbarana li ser sînor, wek beşek ji êrîşa bi navê Şaxê Zeytonê.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demukrat Mistefa Balî red kir derbasbûna Hêzên Tirkiyê bo bajêr û got hêzên Kurdî ji doh Şemiyê ve êrîşan vedigerînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje li aliyê bakurê bajêr pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û yên Kurdî de derketin holê, lê hêzên Tirkiyê di hewla pêşketinê de ta niha têkçûne.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz dide ku operasyonan berfereh bike bo herêmên din ên Kurdî.

Medya Tirkiyê ji ser zimanê serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim îro Yekşemê ragihand ku armanca Tirkiyê ewe avakirina navçeyeka aram bi kûraniya 30 kîlometir li Efrînê.

Ajansa nûçeyan a dewletê Anadol got şervanên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike bi 5 kîlometir derbasî Efrînê bûne.

XS
SM
MD
LG