Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Serbazên Tirkiyê li Efrînê Têne Kuştin


Leşkerên Tirkiyê Dibêjin du serbazên wan li Sûriyê û yek li aliyê Tirkiyê hatin kuştin di êrîşekê de ji aliyê çekdarên Kurdên Sûriyê ve.

Leşker dibêjin kuştina wan girêdayî operasyona leşkerî ye li bajarê Efrînê. Yek ji wan serbazan di êrîşa ser tankekê de hat kuştin.

Ta niha 8 serbaz û bi kêmanî 24 çekdarên opozisyona Sûrî hatine kuştin di êrîşa Tirkiyê de li bajarê Efrînê ku roja 20 vê meha borî destpêkir.

Armanca operasyona Tirkiyê ya bi navê Şaxê Zeytûnê ewe paqijkirina Efrînê ji Yekîneyên Parastina Gel YPG.

Enqera her wiha dibêje ew şerê gurûpa Daiş dike li herêmê.

XS
SM
MD
LG