Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê AKPê û MHPê Nehişt Cemxaneyên Elewiyan Statuya Perestgehan Bistînin


Li Tirkîyê nêzîkî 15 milyon Elewî dijîn. Niqaşên li ser statuya perestgehên Elewiyan ku bi navê Cemxane tê zanîn bi salane didome.

Niqaşa herî dawî jî li meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin a Îstenbulê pêk hat. Berîya çend rojan jibo ku Cemxaneyan wek perestgeh were qebul kirin pêşnîyarnameyek hat dayîn. Lê ev pêşnîyarname bi dengên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) ve hat red kirin.

Li ser statuya Cemxaneyan di sala 2014’an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jibo Cemxaneya Yenîbosna biryara erenî da û wek perestgeh qebul kiribû.

Herwiha heman biryar ji alîyê hin dadgehên Tirkîyê ve jî hatine dayîn.

Minak di Gulana 2015’an de, Dadgeha Bilind ya Tirkîyê biryara dadgeheke herêmî red kirîbû û Cemxane wek perestegehê qebul kirîbû.

Gelo li hember van biryaran çima statuya perestgehê jibo Cemxaneyan nayê dayîn?

Rojnamêvan û nivîskar Nesîmî Aday ku bi xwe Elewî ye dibêje ku Cemxane bi temamî jiber sedemên sîyasî statuya perestgehê nastîne.

“Alevîyan li ser statuya Cemxaneyan gelek doz vekirin. Hem li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (DMME) hem jî li Dadgeha Bilind ya Tirkîyê ev dozan qezenç kirin. Lê ev biryaran erênî nehatin bi kar anîn. Jiber sedemên sîyasî ev biryar nayên qebul kirin.”

Nesimi Aday
Nesimi Aday

Ji hêla din ve, Meclîsa Bajarê Mezin a Îzmîrê jî berîya 5 rojan biryar stand ku Cemxaneyên li Îzmîrê wek perestgeh were nasîn û ev biryar hat pejirandin.

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00


XS
SM
MD
LG