Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gergerlîoglu Behsa Rewşa Awarte ya Tirkiyê Dike


Li Tirkîyê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an Komîsyona (Rewşa Awarte) hat avakirin. Û vê komîsyonê 22 mehên borî de heta niha tenê ji bo 42 hezar serlêdanan biryar daye.

Li gor vê yekê 39 hezar serlêdan hatin red kirin.

Tenê sê hezar karmendên ku di pêvajoya rewşa awarte de ji kar hatibûn dûrxistin, vegerîn ser karên xwe.

Lê heta niha 125 hezar kesan serlêdana vê komîsyonê kirîye, akademîsyen, bijîşk, karmend, xwendekar û hinek sazî û dezgeh di nav van serlêdana vê komîsyonê kirîne.

Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje ji ber Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê (KHK) di warê demokratîkbûna Tirkiyê de gelek tişt ji Tirkîyê stand.

Li gor Gergerlîoglu tiştên di Rewşa Awarte de hatin jîyîn beşa muhafazakar matmayî hişt.

Gergerlîoglu diyar dike ku Komîsyona OHAL’ê hêdî tev digere, giranîya mebest heye û ev dibe sedema mexdûrîyetan.

Hêjayî birxistinê ye ku Biryarnameya Desthilata Qanûnê ya herî dawî 8’ê Tirmeh’a 2018’an hat weşandin. Û 18 hezar û 632 karmend ji kar hatibûn dûrxistin.

Rewşa Awarte jî piştî 728 rojan 18 Tirmeha 2018’an hatîbû rakirin.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG