Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 35 Kes li Doza KCK’ê Hatine Girtin


Herî Kêm 35 Kes li Doza KCK’ê Hatine Girtin
Herî Kêm 35 Kes li Doza KCK’ê Hatine Girtin

Herî Kêm 35 kes ji layê polîsên Tirkîyê ve hatine girtin, ku hejmareka wan rojnamevan in.

Medyaya ser bi dewleta Tirkîyê radigihîne ku girtina wan kesan, beşek e li doza Koma Civkatên Kurdistanê.

Yek ji kesên ku roja Sêşemê li Stenbolê hatine girtin Mustefa Ozer e, ku wênegirê Ajansa Nûçeyên Fransî ye.

Dibe ku piştî girtinên roja Sêşembî, nîgeranî hemberî azadiya ragihandinê li Tirkîyê zêde bibin.

Amerîka û Yekîtiya Ewropî rexnê li Tirkîyê digirin ji ber rewşa azadiya ragihandinê li wî welatî û ji Tirkîyê dixwazên ku qanûna dije-terorê biguhere.

XS
SM
MD
LG