Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan, Nivîskarê Navdar Paul Auster Rexne Kir


Recep Tayyip Erdogan.
Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, nivîskarê navdar yê Amerîkî Paul Auster rexne kir, piştî Auster got ku ew serdana Tirkîyê nake wek protestokirina girtina rojnamevan û nivîskaran li wî welatî.

Birêz Erdogan roja Çarşemê got, çi kes girîngî bi hatin yan nehatina Paul Auster bo Tirkîyê nade. Erdgoan herwiha got ku nehatina Auster bo Tirkîyê çi ji mezinatîya Tirkîyê kêm nake.

Li gor rojnama Hurriyet ya Tirkîyê, Auster dibêje ku ew serdana Tirkîyê yan Çînê nake jiber çawanîya serederîkirina wan du welatan ligel rojnamevanan.

Bi dehan rojnamevan li Tirkîyê hatîne girtin, jiber têkîliyên gumanlêkirî yên wan bi serhildayên Kurd re yan têkîliyên gumanlêkirî yên wan bi plana darbeyeke li dijî hikûmetê.

XS
SM
MD
LG