Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolerên Amerîkî Vekolînan li dor Ketina Firoka Tirkiyê Dikin


Turkish Plane crash
Turkish Plane crash

Ajansa nûçeyan a Tirkiyê Anadol îro Şemiyê ragihand ku vekolerên melevaniya esmanî ya a Amerîka gihîştin Tikriyê ji bo vekolînan li dor ketina firoka Tirkiyê li Stenbolê bikin.

Tîmek ji kompaniya Boeing û berpirsên melevaniya esmanî ya Amerîka vekolînan dikine li dor ketina firoka Boeing 737 a hêlên Pegasus li firokxaneya Sabiha Gokcen roja Çarşemê ku di encamê de sê kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Firoka ku di rûdanê de bibû sê parçe, wê pişt re bê jihevxistin û ji cihê wê bê rakirin, li gor Anadolê.

Rûdan bibû di demekê de ku firoka 11 salî di ba û baraneke giran de veniştibû.

Anadol got tîma Amerîkî dixwaze zanibe ka ti şaşiyên teknîkî yên kompaniyê bûne sedema ketina firokê yan na.

Pêşbîne raporta dawî ya ketina firoka ku tê de 180 kes birîndar bibûn, di mehekê de were ragihandin.

Dozgeran axaftinên tîma kontrolkirina hatûçûna firokxaneyê, karmendên firokxaneyê û firokvanên du firokên ku berî ketina Pegasusê daketibûn, ji wan wergirtin.

XS
SM
MD
LG