Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Biryara Girtina 360 Kesên Girêdayî Rêxistina F.Gulen


Arşîv
Arşîv

Ajansa Anadolu ya dewletê û serdozgerîya Tirkiyê biryara girtin 360 kesan din da, di nava wan kesan de piranî leşker in, yên ku, niha di nava artêşê de xizmetê dikin.

Dewlet wan bi endametiya cema'ta Fethullah Gulen tawanbar dike, kesê oldar yê li Amerîka dimîne û Tirkiye wî weke kesê yekê yê berpirs ji hewildana darbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha sala bûrî dibîne.

Ajansa Anadolu, roja Çarşemê ragihand ku, ji kesên fermana girtina wan derketîye, 333 kes di nava artêşê de ne, herwisa 27 kesên sivîl jî hene ku, li Tirkiyê ew weke 'Îmamên veşartî" di nava artêşê de tên naskirin.

Anadolu dibêje, operasiyonên girtina wan tê berdewam kirin, Dewlet kesatiyê oldar Fethullah Gulen weke tawanbarê yekê yê darbeya leşkerî ya neseerekftî li Tirkyê dibîne, lê Gulen herdem tawana ku, paldaye wî red kirîye.

Piştî hewildana darbeya leşkerî ya neserkeftî ya sala par, li Tirkiyê operasiyonên girtin û derkirina ji kar û wezîfeyan hat bûn destpêkirin, heta niha zêdetirî 50,000 kes hatine girtin û zêdetirî 110,000 kes ji kar û wezîfan hatine derxistin, di nav de leşker jî hene.

XS
SM
MD
LG