Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Xebatkarên Saxlemîyê Behsa Pirsgirêkên Xwe Dikin


Li Tirkîyê hejmara zêde ya pêketî û mirinên pandemîya vîrusa korona didomin.

Li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîya Tirkîyê 7 Gulan’ê 20,107 kesên din bi nexweşîya vîrusa korona ketin û 278 kesên din jî jîyana xwe ji dest dan.

Jiber pandemîya vîrusa korona sazî û rêxistinên saxlemîyê jî dîyar dikin ku li Tirkîye jî ji destpêka pandemîya vîrusa korona û heta niha barê herî giran li ser milê xebatkarên saxlemîyê ne.

Her çiqas karmendên saxlemîyê, di destpêka pandemîyê de wekî "Qehreman" dihatin pênase kirin ew di pandemîya vîrusa korona de behsa neparastina wan, zêdebûna bûyerên tundîyê û karanîn û zêdebûna mobîngê ser wan hwd. dikin.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya şaxê Şîşlî Fadime Kavak dîyar dike ku berîya pandemîyê jî ev pirsgirêk hebûn û ew dibêje ku di pandemîya vîrusa korona de hem karê ser milê wan hem jî pirsgirêkên wan zêdetir bûne.

“Di pandemîya vîrusa korona de jî şert û mercên kar yên xebatkarên saxlemîyê dijwartir bûn. İznên xebatkarên saxlemîyê têne betalkirin û îstîfa kirina wan tê asteng kirin. Bi van pirsgirêkan ve girêdayî derûnîya xebatkarên saxlemîyê nebaş e. Ew nikarin zarok û malbata xwe jiber tirsa belavkirina vîrusa korona bibînin.”

Teknîsyena saxlemîyê Yasemîn Bakir a ku li Îstenbul’ê dixebite dîyar dike ku di pandemîya vîrusa korona de kêmahîya xebatkarên saxlemîyê wan pir diwestîne.

“Berîya pandemîyê jî kêmahîya xebatkarên saxlemîyê hebûn. Niha jî jiber pandemîyê şert û mercên xebatkarên saxlemîyê xirabtir bûye. Herwiha mûçeyên kêm pirsgirêke mezin e. Dîsa tundîya dijî xebatkarên saxlemîyê jî berbiçav e û qanûnên heyî jî têra parastina wan nake.”

Bakir bi berdewamî balkişand ser mobînga ser wan û wê anî ziman ku di pandemîyê de mobînga ser xebatkarên saxlemîyê pir zêdetir bûye.

“Li nexweşxaneyan bi taybetî jî di dema pandemîyê mobînga ser xebatkaran zêdetir bû. Ev yek ser derûnîya xebatkaran bandorên xirab dike û bi mobîngê xebatkar zêdetir neçar dimînin ku bixebitin.”

Li alîyeke din ve jî xebatkarên saxlemîyê dixwazin ku derdor û malbatên wan jî jiber rîska mezin li ser wan heye werin derzîkirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00


XS
SM
MD
LG