Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayikên Şemîyê Careke Din Pirsa Çarenûsa Xizmên Xwe Dikin


Dayikên Şemiyê

Dayîkên Şemîyê jibo ku aqûbeta xizmên xwe yên di binçavkirinan de hatî serhindakirî werin eşkere kirin û kiryarên van bûyeran werin darizandin li ber avahîya Komala Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îstenbulê ev 769 hefteye têne cem hev.

Mirovên Şemîyê di çalakîya vê hefteyê de xizmên xwê yên ji alîyê Navenda Îstixbaratê ya Cendermeyan (JITEM) ve li Kerboran’a (Dargeçît) Mêrdînê hatibûn serhindakirin bi bîr anîn.

Daxûyanî ji alîyê mirova Şemîyê Masîde Ocak ve hat xwendin. Ocak di daxûyanîyê de xwest ku bila di doza JÎTEM’yê Dargeçîtê de hiqûq were şixulandin û berpirsyar werin darizandin.

“Di hindakirina mirovan ya di binçavkirinan de sûcekî navneteweyî ye ku êrişî hemû nirxên mirovahîyê dike. Hiqûqa mafên mirovan ya navnetewî vê yekê wek tawanek li dijî mirovahîyê pênase dike. Ev kiryaran ne tenê li ser wan kesan û malbatan bandoran çêdike, herwiha di heman demê de encamên giran û demdirêj li ser hemû civakê ji dike.” Wê got.

Doza JÎTEM’a Kerboranê dê piştî do rojan 23’ê Berfanbarê li Dadgeha Cezayê Giran ya 1’an ya Adiyaman’ê were dîtin.

Hêjayî birxistinê ye 29’ê Cotmeha 1995’an li Kerboranê di serdegirtina malan de 3 jê zarok 7 kes ji alîyê hêzên dewletê ve têne binçavkirin. Piştî binçavkirinan ev kes têne serhindakirin. Ji van heft kesan Suleyman Seyhanê hatî binçavkirî termê wî 6 Adara 1996’an de di bîrêkê de tê dîtin. Çawişê pispor yê bi navê Bîlal Batirir ev bîr dabû nîşandan. Bîlal Batirir jî piştî vê bûyerê li Tabura Cendermeyan ya Kerboranê tê serhindakirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG