Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Demîrtaş Biryara Komîteya Wezîran ya Konseya Ewrupa Dinirxîne


Selahattin Demirtas

Di 9 û 11 Adar’ê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupa jibo ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (ECHR) yên nehatîn bicîhanîn li Strasbourg’ê civîya.

Tevî biryara ECHR’ê ya serbest berdana sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala ew hej di zindanê de têne hiştin. Jiber vê yekê jî ev her du dosya jî di vê çarçoveyê de hatin rojeva komîteyê.

Di vê civînê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupa biryara ku di derheqa Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de wergirtîye ragihand.

Komîteyê biryar da ku jibo Kavala ji Wezîrê Dervê yê Tirkîye re name were şandin û jibo Demîrtaş jî di derbarê biryara ku ECHRpêvajoya venêranê destpêkir.

Herwiha di vê civînê de hat ragihandin ku pêvajoya derbarê doz û berdewamîya girtina Kavala û Demîrtaş ne li gorî biryarên ECHR’ê û komîteyê xwest ku Kavala û Demîrtaş werin serbest berdan.

Li alîyeke din ve jî hikumeta Tirkîyê jî destnîşan kirîbû ku Demîrtaş û Kavala ji hin doz û tawanên din hatine girtin. Lê komîteyê daxuyanîyên Tirkîye qebul nekir û dîyar kir ku ev doz û tawanên dijî Demîrtaş û Kavala berdewamîya doz û tawanên berê ne.

Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman dibêje ku eger Tirkîye biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupa neyîne cîh dibe ku ew ji konseyê were derxistin.

“Komîteya Wezîran zêdetir biryarên dîplomatîk û carînan jî biryarên sîyasî dide. Eger dewletek biryarên Komîteya Wezîran neyîne cîh komîte vê biryarê careke din dibe ECHR’ê û pêvajo heta ew dewlet ji derxistina Konseya Ewrupa diçe”

Parêzer Karaman bi berdewamî got ku ne pêkan e ku dadgehên Tirkîye bêyî desthilatê biryareke cuda jibo Demîrtaş û Kavala bide.

“Her roj Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Partîya Tevgera Netewperver (MHP) Devlet Bahçelî, Demîrtaş wek terorîst bi nav dikin. Jiber vê yekê jî dadgehên ne serbixwe ne pêkan e ku biryara berdana Demîrtaş bidin.”

Karaman herî dawî jî bi bîr xist ku eger Demîrtaş serbest neyê berdan, mijar dê di civîna Hezîran’a 2021’an de careke din were rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupa.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00


XS
SM
MD
LG