Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirîyên Erdhejên Tirkîyê Nêzî 45 Hezarî Dibe


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku hejmara mirîyên erdhejên vê mehê gihîştiye 43,556 kesan.

Vê mehê berê navend li Mereş û dûre jî navend li Hatayê erdhejên hêzbilind çêbûbûn.

Soylu ji TRT Haberê re piştî erdheja 6’ê Sibatê, 7930 erdhejên lipey çêbûne.

Wî da zanîn ku di erdhejan de zêdetirî 600,000 apartman û 150,000 avahîyên bazirganî xesar dîtine.

Rikeberîya Tirkîyê dîyar dike ku hikûmet bi derengî û bi kêmahîyên mezin mudaxele li felaketa erdhejê kiriye.

Hikûmet jî li ser van rexneyan dibêje afata çêbûye trajedîya mezin ya sedsalê ye û dîyar dike ku bi tenê li hin deveran kêşeyên biçûk qewimîne.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG