Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yeşîlada: Li Tirkîyê Sîstema Nû Bandoreke Erênî Ser Aborî Nake


Atilla Yeşilada
Atilla Yeşilada

Aborîzan Atîlla Yeşîlada dîyar kir ku sîstema serokatîyê li ser aborîya Tirkîyê tesîrek erênî nake.

“Tirkîye ji 80 mîlyon kesan pêk tê û serê şexsekî budce 10 hezar dolar e. Vê aborîyê mirovekî nikare tenê birêve bibe”

Yeşîlada dibêje her ku diçe mesrefa deynê xezîneyê zêde dibe.

"Hemî kes hîseyên xwe difiroşin. Ti kes naxwaze li ser Tirkîyê rîskan bistîne. Jiber ku nezelalîyeke pir mezin li Tirkîyê heye. "

Li gor Yeşîlada Tirkîyê di warê aborîyê de dê bikeve nava tengasîyekê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê, piştî hilbijartinên 24 Hezîranê bi Recep Tayyîp Erdogan re derbazî sîstema seroktîya hikûmetê bû.

Di sîstema nû de êdî Erdogan dê budceya dewletê pêşkêşî parlamenê bike. Ger meclîs vê budceyê red jî bike, dê bi budceya sala borî dewam bike.

Bi sîstema nû destnîşankirina serokê Banka Navendî jî di destê serok de ye.

Jibo guhdarîkirina dirêjîya raportê, fayla deng vekin

Raporta Memed Yilmaz
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG