Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyera Penaberên Li Edîrne û Rewşa Dawî Ya Doza Wan


Li bajarê Edîrne yê ku ser sînorê Yunanîstan’ê ye hat îdîakirin ku di 24 Tebax’ê de ji alîyê leşkerên Tirk ve 45/50 penaberên ji welatên cuda cuda ku 5/6 kes ji wan zarok in avêtine çême Merîç’ê. Herwiha li gor heman îdîayê di vê bûyerê de 2 penaber heta niha jî winda ne.

Bi bûyerê ve girêdayî xizm û malbatên penaberên winda û penaber ji çem xilas bibûn serî Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) a şaxê Îstenbul’ê dabûn. Li ser vê yekê jî OHD’ê 3’ê Îlon’ê jibo ku bûyer were ronîkirin û doz were vekirin li ser Serdozgerîya Komarê ya Îstenbul’ê re serî li Serdozgerîya Komarê ya Edîrne dabû.

Di berdewamîya bûyerê de ser serlêdana OHD’ê Serdozgerîya Komarê ya Edîrne 10’ê Îlon’ê de lêpirsîn dabû destpêkirin û îfadeya du penaberan hatibû girtin û dadgehê jibo cîhê bûyerê were tespîtkirin jî biryar dabû.

Yek ji penaberên ku îdîa dike ku bi biryara fermanderekî, leşkeran ew avetine çemê Merîç’ê, Abdulkerîm Elalî ye ku ji Surîyê ye dibêje ku ew berîya 7 salan jiber şerê Surîye hatiye Tirkîye û ew bi hin penaberên din derbazî Yunanîstan’ê dibin.

Elalî got:

“Min agahî standin ku eger kesên derbazî Yunanîstan’ê dibin werin girtin, Yunanîstan wan careke din dişîne Tirkîye. Em jî şev derbazî Yunanîstan’ê bûn û piştre hatin girtin û piştî binçavkirina 10 seatan em careke din bi botan (keştîyên biçûk) şandin Tirkîye.”

Elalî bi berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku piştî ku ew careke din derbazî Tirkîyê bûn, ew vê carê jî ji alîyên leşkerên Tirk ve têne binçavkirin.

Abdulkerîm Elalî
Abdulkerîm Elalî

Wî got:

“Bi hatina fermandarekî ku ji me nefret (kerb) dikir. Em pênc û pênc ji hev veqetandin û careke din berê me da Yunanîstan’ê û em avêtin çem. Jiber ku min soberî zêde nedizanî hew mayîbû ku ez bixeniqim. Bi alîkarîya du penaberan ez ji çem hatim xilaskirin.”

Parêzerê OHD’ê c jî ser bûyerê dîyar kir ku jibo ku fermandar û leşkerên din werin girtin wek OHD’ê ewan serî li Serdozgerîya Komarê ya Edîrne dane.

Vedat Çagirtekîn
Vedat Çagirtekîn

Çagirtekîn got:

“Walîtîya Edîrne cara pêşîn ev îdîa qebûl nekir, lê jiber ku bûyer ser medya civakî belavbû û bû rojev walîtîyê xwest ku bi penaberan re hevdîtinê bike. Heman rojê dadgeha jî xwest ku îfadeyên penaber bistîne û stand.”

Çagirtekîn bi berdewamî dibêje ku li ser bûyerê doz hatiye vekirin. Lê di doznameyê de navên ti leşker û fermandaran tuneye û tenê bûyer hatiye nivîsin û wî dîyar kir ku ewên hemî pevajoyên dozê bişopînin.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00


XS
SM
MD
LG