Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Tirkîyê û Misrê Bi Telefonê Diaxivin


Alên Tirkîyê û Misrê

Wezareta derve ya Tirkîyê ragihand ku wezîrên derve yên Tirkiyê û Misrê îro Şemîyê bi telefonê axivîne.

Wezaretê bi daxuyanîye da zanîn ku her du wezîran ji bo pîrozbahî û hêvîyên baş yên bi sedama meha Remazanê ku hefta bê dest pê dike, peyivîne.

Wezaretê got:

"Wezîrê me birêz Mevlut Çavuşoglu bi armanca pîrozkirina meha Remezanê bi wezîrê derve yê Misrê Samîh Şukrî re axifî."

Lê, wezareta Tirk di derbarê axaftinê de zêdetir agahdarî ranegihand.

Meha borî, Tirkîyê dîyar kir ku wan bi Misrê re peywendîyên dîplomatîk jinûve dane destpê kirin û ew dixwazin ku hevkarîyê pêşve bixin,

Di navbera her du welatan de bi salane, ji dema ku artêşa Misrê serokê Birayên Misilman yê nêzê Serok Tayyîp Erdogan di 2013'an de ji kar daxist vir ve, alozî hene.
Germbûna peywendîyên her du welatan dibe ku li ser alozîyên Deryaya Sipî bi bandor be.

Tirkîyê û Misrê, di şerê Lîbyayê de piştgirîya alîyên hevrik kirin û bi dewletên din yên peravê re peymanên deryayî yên bi pirsgirêk îmza kirin.

Qahîre dîyar kiribû ku pêdîvî ye ku kiryarên Tirkîyê bi prensîbên Misirî re lihevnêzîkbûnê nîşan bide da ku pêwendiyan normal bike.

Meha borî, Enqereyê ji televîzyonên opozîsyona Misirê yên ku ji Tirkîyê weşanê dikin xwest ku asta rexneyên xwe yên dijî Qahîreyê daxînin. Ev gbo asayîkirina alozîyan gava yekê ya berbiçav bû .

Hevdem, Tirkîyê pêşniyar kir ku alîkarîya Misrê bike da ku dorpêça li ser Kanala Suveyşê çareser bike.

Hejayê balkişandê ye ku ji dema ku Enqere hewl dide ku peywendîyên aloz yên di navbera hêzên herêmî baştir bike, ev têkilîya wan ya yekê ya rasterast e.

XS
SM
MD
LG