Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Şaredariyan li Tirkiyê Birêve Diçin


Local elections in Turkey
Local elections in Turkey

Hilbijartinên şaredariyan îro li 30 bajarên mezin û hin şaredariyên din ên Tirkiyê birêve diçin.

Bêhtirî 57 milyon dengdêr maf hene ku li bajarên mezin, li 51 paytextên parêzgehan û li 922 navçeyên welêt tevlî van hilbijartinan bin.

Ew her wiha li 200,000 cihên dengdanê niwênerên encûmenên xwecihî û bi dehan hezar mixtarên gund û taxan hildibjêrin.

Geşbûna abûrî di demên borî de rê ji serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re vekir ku serkeftinan qezenc ke, lê bi kirîza abûrî û lawazbûna lîreya Tirkiyê re renge partiya Erdogan AKP hin şaredariyan ji dest bide.

Partiyên opozisyonê hevrêziyeke stratejîk kir û hevalbendî avakirin ji bo ku karibin kursiyên AKPê kêm bikin û yên xwe zêde bikin.

Ji dema hilbijartinên 2014an yên şaredariyan ve, welatiyên Tirkiyê tevlî 5 hilbijartinên ciyawaz bûne.

Di hilbijartinan serokatî û parlemanî yên sala borî de, Erdogan rêjeya 52.6 ji sedî qezenc kir û partiya wî AKPê û partiya netewperest a hevabenda AKPê 53.7 ji sedî ji dengê parlemanê qezenc kirin.

XS
SM
MD
LG