Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê di Encama Pevçûnekê de 2 Kes Têne Kuştin


Ajansa fermî ya nûçeyan li Tirkiyê ragihand ku du kes hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne di encama pevçûnên li dor hilbijartinan de li jimarek parêzgeh.

Ajansa Anadol îro Yekşemê got kuştin li parêzgeha Melatya bûn di pevçûneka navbera alîgirên kandîdên mixtarên taxan de.

Ew dibêje li parêzgeha Diyarbekir herî kêm 21 kes birîndar bûne.

Li parêzgeha Mardînê herî kêm 9 kes brîndar bûne û 12 kes li parêzgeha Şanlîorfa bi sivikî birîndar bûne.

Li navçeya Kadikoy ya Stenbolê jî 2 kes birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG