Lînkên eksesibilîtî

Fermana Girtina 34 Karmendên TRT'ê li Tirkiyê


TRT

Medîya Tirkî dide zanîn ku, hikûmeta Enqerê roja Çarşemê fermana girtina karmendên berê yên sazîya ragihandina hikûmetê TRT'ê da.

Fermana girtina wan karmenda di çarçova lêgerîn û lêpirsîna wan kesan de hatîye yên ku tê gomankirin dest ligel derbeya leşkerî ya sala par de hebe û alîgirên kesatiyê Oldar fethulla Gûlen be yên ku li Amerîka dimîne, Erdogan û hikûmeta Titrkiyê wî sûcdarê yekemîn yê derbeyê dibîne.

Ajansa dewleta Tirk AA dibêje, wan 34 kesan App a "Bylock" bi peyamên kodên wan veşartî bikar anîne, ku heman App berpirsên derbeyê bikar anî bûn.

Li alîyek din ajansa Dogan ya Tirkî dibêje, di çarçeva derbeya leşkerî û gomanên ser beşdarbûnê de, polîsê Tirk di operasiyona li 6 parêzgehan roja Çarşemê 14 leşker girtine.

Wek tê zanîn sala par 15î Tîrmehê li Tirkiyê hewildana derbeya leşkerî ya neserketî pêkhat, ji sedema derbeyê heta nûha li Tirkiyê bi tawana beşdarîya di derbeyê de, zêdetir ji 50 hezar kesan hatine girtin û nêzîkî 150 hezar karmend ji karên wan hatine avêtin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG