Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Destûrek Nû Jibo Tirkiyê Dixwaze


Wênyên Erdogan di dema hilbijartinan de

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îroj çarşemê banga destûrekî nû kir, daku ev destûr, desthilata wî beferhtir bike.

Ev banga Erdogan di wê demê de hat, dema ku, ji alîyê hêzên opozisyonê de, metirsî hene û dibêjin dê ev yek rê jibo desthilateke dîktator veke.

Partiya Dad û Geşepêdanê AKP, ku Erdogan damezrênerê wê ye, li gor destûra niha ya Tirkîyê nabe serokomar berpirsê partiyek siyasî be jî, lê dîsan Erdogan li pişt perdeyan serkirdayetîya AKP dike.

Roja yekşemê AKP, serkeftinek berbiçav bidest xist di hilbijartinên parlemanî de.

Di hilbijartinên 7î hezîrana derbasbûyî de, AKP dengên pêdivî jibo avakirina hikûmetê biser xwe bidest nexist bûn, ev bibû sedema xemgîniya Erdogan û endamên partiya wî AKPê. Bidest nexistina dengên pêwîst asteng bû, di riya hez û hêviyên Erdogan de, jibo guhertina destûrî û guhertinên siyasî li Tirkiyê.

Li gor encamên Pêşî yên hilbijartinên roja yekşemî 1î Mijdarê, 13 kursî ji AKP kêm in, daku bikare banga rapirsîna guhertina destûrî bike, wê 317 kursî wergirtine, lê jibo banga guhertina destûrî 330 kursî pêwîstin.

Ta niha hîn ne diyare ka AKP dê daxwaza piştgiriyê ji partiyên din bike di parlemanê de, yan na.

XS
SM
MD
LG