Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Fransayê Dixwaze ku Dest ji Qanûna Jenosîdê Berde


Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul.

Serokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul daxwaz ji Fransayê kir ku dest ji bernivîsa qanûneka taybet bi qirkirina Ermeniyan li demê Şerê Cîhanî yê Yekem berde.

Li gorî bernivîsa qanûna nû, her kesek jenosîda Ermeniyan red bike tê cezakirin.

Birêz Gul dibêje, ez hêvîdar im ku Fransa berjewendî, hevalbendî û têkeliyên xwe yên bi Tirkîyê re ji dest nede jiber çend hîsabên siyasî.

Civata Jorîn ya parlamentoya Fransî roja Pêncşemê dengî li ser bernivîsa wê qanûnê dide.

Eger bernivîsa qanûna jenosîdê bibe qanûn, her kesek jenosîda Ermeniyan red bike, salekê dikeve zindanê û divê 59,000 Dollaran wek ceza bide.

Têkeliyên navbera Tirkîye û Fransa her aloz bûn, jiber dijatiya Serokê Fransî Nicolas Sarkozy jibo endametiya Tirkîyê di Yekîtiya Ewropî de.

XS
SM
MD
LG