Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gazên Rondikrêj li Dijî Koçberên Navbera Tirkiyê û Yûnanistanê Tên Bikaranîn


Îro Şemiyê gurûpeka koçberan li ser sînorê Yûnanistanê hewl da ku sûr û çeperên sînor hilweşînin da ku derbasî Yûnanistanê bin. Hinan ji wan kevir avêtin polîsê Yûnanistanê û polîsan jî gazên rondikrêj li dijî wan bikaranîn.

Herî kêm du koçber di pevçûnên polîs û koçberan de li gundê sînorî Kastanies birîndar bûn.

Gurûpeka ciwanan a koçberan werîs bi sûra têlîn ve girêdan û hewl da wê hilweşînin. Wan durişmêm” Xwedê Mezintir e” û “Sînor vekin” bikar anîn.

Ne zelal bû, çawa ew 2 koçber birîndar bûn.

Berpirsên hikûmeta Yûnanistanê dibêjin bikaranîna gazên rondikrêj tenê ji bo berevaniyê ye.

Hikûmeta Yûnanistanê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got ku derdora 600 kes, bi alîkariya artêşa Tirkiyê û polkîsên leşkerî gazên rondikrêj avêtin aliyê Yûnanistanê û hewl dan bi darê zorê derbas bin.

XS
SM
MD
LG