Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Navnîşaneke Rojnameyeke Yûnanistanê Şermezar Dike


Hikûmeta Tirkiyê navnîşaneke rojnameyeke Yûnanistanî şermezar kir, ew wek sûkayetî bi serok Recep Tayyip Erdogan anî ziman û daxwaza ji Asînayê kir ku pîvanên guncaw li dijî rojnameyê deyne.

Wezarta derve jî, balyozê Yûnanistanê xwestibû bi sedema navnîşana sereke ya rojnameya Demokrasî, ku wê malperek jî li ser înternêt heye.

Rojnameyê bi Tirkî li ber wêneya serokê Tirkiyê nivîsandibû”Siktir gêt seyid Erdogan “ ku tê wateya “ nefret li te be Erdogan” û wergerandina wê ya înglîzî jî danî bû.

Rêvebirê pêwendiyan di serokatiya Tirkiyê de Fexruddin Alton, di nameyekê de ji bo peyvdarê hikûmeta Yananistanê Stelios Petsas, ku îro Şemiyê hat belavkirin, got:

“Ez bi tundtirîn bêje belavkirina dijûnan li dijî serokê me şermezar dikim... li ser rûpela yekem a rojnameyeke “ rastrew a tundrew”.

Wî got:

“Sivikatiya bi serkirdeyekî biyanî, tenê nîşana kêaqilîyê ye, û nakeve çarçoweya azadiya rojnamegeriyê yan azadiya derbirînê.”

XS
SM
MD
LG