Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Yekêtiya Ewrupa Çavdêriya Hilbijartinên Tirkîyê Dikin


Turkey Erdogan

Karbidestên Amerîka û Ewrûpa bi giringî li hilbijartinên Tirkiyê mêze dikin, yên ku, dê roja Yekşemî 1î Mijdarê, li seranserî Tirkiyê bên encamdan, herkes bi dûdilî nizîkî van hilbijartinan dibe, dema ku, serokomar Recep Teyîb Erdogan dixwaze partiya wî piraniya dengan bidest bixe, yên ku, di hilêbijartinên 7ê Hezîrana derbasbûyî jidest dabûn û nikarî bû biserê xwe hikûmetê ava bike.

Teqîna Enqerê 10.10.2015
Teqîna Enqerê 10.10.2015

Bi dehan salane Tirkîye weke hevpeymanekî giring yê Ewrupa û Amerîka ye, herweha endame di hevpeymaniya NATO de, weke pira dinavbera rojava û rojhiltanavîne tê dîtin, lê vê dawiyê piştî teqînên Enqerê li dij meşvanên Aştiyê û avahiyê HDP ê pêkhatî û aloziyên di navbera polîs û sempatîzanên kurd de, herweha êrîşên ser milîtanên binav dewleta îsamî, rojava bi tirs û goman li vê hevpeymana stratîjî dinêre.

Li 10 Çirya pêşîn ya derbasbûyî de, teqînek li Enqere pêkhat bû, bi dehan kes bûn qûrbanên vê êrîşa terorî, piraniya qûrbanîyan alîgirên partiya HDPê bûn, ji bal kurdan de, dewletê weke tawanbarên teqînê tê dîtin.

Hevserokê HDPa Stenbolê Suat Çorlu dibêje" helbet yekser piştî teqînên Enqere, partiya me civîn encamdan, gotûbêj hatin kirin jibo ku, jiyan xelkê bê parastin û aramî hebe".

Hikûmeta Tirkîyê cûdahiyê naxe dinavbera rêxistinên Kurdan bi taybet partiya karkerên Kurdistan PKK û rêxstina binav dewleta Îslamî Daişê, herdûyan bi terosrîst nav dike, ev helwesta Tirkyê dibe sedema xemgîniya çalakvanên kurd, ew dibêjin bêgoman ewê tundûtîjî piştî hilbijartinê zêdetir bibin.

Amerîka û welatên rojavayî şîretan didin hikûmeta Tirkîyê ku, bila demokartî serdest be û bi goman nizîkî rewşa hilbijartinan dibin, bi taybet piştî roja Pênşemê polîsên Stenbolê êrîş birîn ser avahiyê kampaniya Koza-Ipek, ya ragihandinê, ev êrîş disan weke binpêkirina mafê ragihandinê û azadiya ramanê tên dîtin.

Jibo hilbijartinên Yekşemê, pitir ji 55.000 Çavdêr dê hebin, gelek ji wan ji Amerîka û welatên Ewrupa bi mebesta çavdêrîkirina rewşa hilbijartinan çûne Tirkêyê, herkes bi meraq li benda encamên hilbijartinên Tirkîyê yên 1î Mijdarê ye.

XS
SM
MD
LG